Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Dihokê tevlî Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) bû û di korbendê de têkildarî peywendiyên hikûmeta Iraq û Herêmê, her wiha avakirina hikûmeta nû ya Iraqê axivî.
Sudanî di derbarê lidarxistina hilbijartinê û hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de got: “Hilbijartin bi awayek gelek asayî pêk hat. Niha jî hemû hêzên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû girêdayî xetên demkî yên desturê ne.”
Sudanî da diyarkirin ku niha ti pirsgirêkek siyasî di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de nîne û got: “Pêşketinên girîng çêbûne, gelek pirsgirêkên ku demek dirêj ên wek girêbestên kompanyan û destpêkirina hinardekirina neftê hatine çareserkirin. Em berjewendiyên xelkê Kurdistanê di astek yeksan de li gel hemû xelkê Iraqê de didaynin.”
Têkildarî avakirina hikûmeta nû jî Sudanî got, Çarçoveya Koordînasyonê (Hemahengî) biryara avakirina koma herî mezin daye û ji bo avakirina hikûmeta nû dest bi giftûgoyên li gel aliyan kiriye.
Sudanî got: “Wê avakirina hikûmeta nû di dema xwe ya destûrî de bikeve ber nîqaşa aliyan û ti sedemek nîne ku guhertin di dabeşkirina her sê serokatiyên Iraqê (Serokkomarî, serokwezîr û serokê parlementoyê) de çêbe.”